ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Rûniştina destpêkê ya dema qanûndanînê ya 6'emîn a Parlamenta Iraqê destpê kir
Rûniştina destpêkê ya dema qanûndanînê ya dema 6'emîn a Parlamenta Iraqê destpê kir. Tê payin ku parlamenter sondê bixwînin û piştre jî Serokê Meclîsê û du alîkarên serok bêne hilbijartin. -
Qezayek di bin siya peymanên enerjiyê û tezkereyên leşkerî de
Piştî ku alîgirê serxwebûnê Mûhammed el Haddad di bin siya peymanên enerjiyê û tezkereyên leşkerî de jiyana xwe ji dest da, li Lîbyayê tayînkirina Salah al-Namroush ê alîgirê Tirkiyeyê dibe ku bibe sedema rûdana nearamiyên nû. -
Li Iraqê 3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Rêveberiya Îstixbarata Leşkerî ya Iraqê ragihand ku 3 çeteyên DAÎŞ’ê li deverên cûda yên Iraqê hatine girtin. -
‘Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evîn nayên tedawîkirin’
Komîsyona Jinan a Encûmena Parastina Neteweyî ya Îranê ragihand ku girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evîn rû bi rûyê pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî ne û tedawiya pêwîst nabînin. -
Negîn Dadgostaranjad rûbirûyê xeteriyên tenduristiyê ye
Xwendekara bijîşkî ya li Îranê girtî ye, Negîn Dadgostaranjad li girtîgehê rûbirûyê pirsgirêkên tenduristiyê yên giran e. -
Ji Nergis Muhammedî û aktîvîstên din 13 roj in agahî nayê wergirtin
Teqî Rehmanî hevjînê Nergis Muhammedî diyar kir ku 13 roj in agahiyê ji Muhammedî û yên pê re hatin binçavkirin nikarin werbigirin. -
Cenazeyên qurbaniyên komkujiya Badûşê radestî malbatên wan hatin kirin
Saziya Tiba Edlî ya Iraqê, diyar kir ku wan cenazeya 70 qurbaniyên komkujiya Badûşê ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve di dema dagirkirina parêzgeha Nînowayê de hatibû kirin, radestî malbatên wan kirine. -
Serokê Konseya Dadger a Bilind a Iraqê: 4 komên çekdar wê çekên xwe berdin
Serokê Konseya Dadger a Bilind a Iraqê Faîk Zeydan ragihand ku 4 komên çekdar amade ne çekên xwe berdin. -
Artêşa Lubnanê: Di êrîşa Îsraîlê de fermandarekî me jiyan xwe ji dest da
Artêşa Lubnanê ragihand ku di êrîşa hêzên Îsraîlê de fermandarekî wan jiyana xwe ji dest da. -
Li Îranê di mehekê de nêzî 340 kes hatin darvekirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Herana tespît kir ku di nava mehekê de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê nêzî 400 kes hatine darvekirin û 127 kes jî hatine binçavkirin. -
Îran: Moşek ji bo parastinê ne û nabe ku bibin mijara bazirganiyê
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir ku moşekên ji aliyê Îranê ve hatine pêşxistin ji bo ‘’parastin’’ û ‘’jêvegerandinê’’ ne û da zanîn ku nabe ku bibin mijara bazirganiyê. Îsraîl jî van moşekan weke gefekê dibîne. -
Li gorî îstîxbarata Îsraîlê, Îran kapasîteya xwe ya balîstîk jinûve ava dike
Çavkaniyên Îsraîlî ragihandin ku servîsên îstîxbaratê hin nîşane tespît kirine ku Îran kapasîteya xwe ya fuzeyên balîstîk jinûve xurt dike. -
Yekîneyên artêşa Îsraîlê ketin nava bejahiya Derayê
Hate ragihandin ku yekîneyên artêşa Îsraîlê ketin gundê li rojavayê Derayê û bendeke kontrolê danîne. -
Sûniyên li Iraqê namzetên xwe yên ji bo serokatiya parlamentê diyar kirin
Tifaqa Serweriya Sûnî (Siyade) Musenna Samerayî û Mihemed Helbûsî ji bo serokatiya parlamenta Iraqê kir namzet. -
Ji ber tevlî çalakiyên 'Jin, Jiyan, Azadî' bû bi darvekirinê hate mehkûmkirin
Girtiyê siyasî yê kurd Mêhrab Ebdulazade bi hinceta ku tevlî serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" bû, ji aliyê dadgeriya Îranê ve bi darvekirinê hate mhekûmkirin. -
Îstixbarata Iraqê îdîayên ‘êrîşa berfireh’ derewand
Servîsa Îstixbaratê ya Neteweyî ya Iraqê (INIS) nûçeyên ku dibêjin Bexdayê têkildarî êrîşên leşkerî yên berfiref hişyarî standiye, derewand. -
Şampiyonê boksê yê Îranî rû bi rûyê xeteriya darvekirinê ye
Daxwaza jinûve darizandinê ya şampiyonê boksê yê Îranî Muhammed Cevad Vefayi Sani yê ku bi hinceta tevlî protestoyên demokrasiyê bûye hate gittin, hate redkirin. Aktîvîst hişyarî didin ku dibe biryara înfazê were dayîn. -
Îsraîl: Me li Sûriyeyê endamekî DAÎŞ'ê girt
Artêşa Îsraîlê ragihand ku li başûrê Sûriyeyê "terorîstekî" ku bi guman e endamê DAÎŞ'ê ye girtine û anîne Îsraîlê. -
Ji Îngilistanê pêkanînên li ser fermandar û tabûrên Şara
Îngilistanê, Tûgaya Sultan Suleyman Şah û fermandarê wê Ebu Emşe, Tûgaya Hamza û fermandarê wê Seyf Bulad û Tûgaya Sultan Murad ên Hikûmeta Demkî ji ‘artêşa’ nû re entegre kirine û li gel komkujiyên li ser Elewiyan tên naskirin, xistin lîsteya pêkanînan. -
Îranê bi hinceta sîxurtiya ji Îsraîlê re kesekî din darve kir
Îranê kesekî ku bi hinceta sîxurtiya ji bo îstîxbarata Îsraîlê dihat darizandin, darve kir. Li gorî Associated Pressê, çapemeniya dewletê ya Îranê ragihandiye ku darvekirin roja Şemiyê pêk hatiye. -
Qasim Erecî: Peywira NATO li Iraqê ne şer, şêwirmendiye
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî li gel Serokê Lijneya Leşkerî ya NATO’yê Giuseppe Cavo Dragone civiya û diyar kir ku peywira NATO ya li Iraqê ne şer, şêwirmendiye. -
Îsraîl û Misrê peymana gaza xwezayî ya 34 milyar dolarî hate îmze kirin
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku Îsraîlê peymana gaza xwezayî ya herî mezin a heta îro bi Misrê re îmze kiriye. Hate diyarkirin ku 58 milyar şekelên ku wê ji peymanê were bidestxistin, rasterast biçe xezîneya dewletê. -
Rayedarên Iraqî yên Hîzbûllah û Hûsî xistin lîsteya terorê ji wezîfeyê hatin dûrxistin
Hikumeta Iraqê diyar kir ku rayedarên Iraqî yên ku Hûsiyên Yemenî û Hîzbûllah a Lubnanê xistin nava lîsteya terorê ji wezîfeyê hatine dûrxistin. -
Li Iraqê operasyonên li dijî DAÎŞ'ê: 6 çete hatin girtin
Li Kerkûk, Nînowa û Bexdayê di operasyonan de 6 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin. Li ser sînorê Selahadîn û Kerkûkê jî operasyona paqijkirinê hate destpêkirin. -
Îranê ji bo Nêrgiz Mihemedî tedawiya serbixwe red kir
Rayedarên Îranê daxwaza Xelatgira Aştiyê ya Nobelê ya 2023’yan û parêzvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedi ya ji bo tedawiya serbixe, red kir.